Biryara Şaredariya Riya Armûşê ya ji bo navê parka “Parka Aştiyê ya Orhan Dogan” ji aliyê qaymeqamtiyê ve hate redkirin.
Meclîsa Şaredariya Riya Armûşê ya Wanê, di civîna xwe ya meha Avrêlê de biryar da ku navê “Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê” biguherîne “Parka Aştiyê ya Orhan Dogan”. Piştre biryar ji qaymeqamtiyê re hat şandin û hate red kirin.
Di sedema redkirina qeymeqamtiya navçeyê de hat gotin ku “gelek girîng e” navê parkê weke “Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê” bimîne û wiha hat gotin: “Ji ber ku ev nav ne tenê nasnameyekê temsîl dike, di heman demê de bîr û mîrateya çandî ya civakekê, bi hezaran mezûn û bi sed hezaran xwendekarên perwerde kirine temsîl dike. Perwerde yek ji hêmanên herî girîng e ku pêşeroja civakekê ava dike. Ev park bîranînên perwerdekar û xwendekarên me yên berê zindî dihêle û di heman demê de îlhamê dide nifşên nû. Der barê mijarê de; ji ber vê yekê, navlêkirina nû dê di cihên nû yên civakî de guncawtir be ku ji hêla şaredariya we ve were avakirin; ji ber ku hêz tune be jî, ji ber ku di guhertina navê heyî de tu eleqeya gel tune tê hesibandin; biryara Desteya Şaredariyê ya bi dîroka 10.04.2025’an ji aliyê qaymeqamtiya me ve nehat erêkirin.”
Beriya biryara guhertinê navê parkê ‘Parka Kent’ bû û piştî biryarê hêjmareke zêde mezûnên Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan hatine şaredariyê û îtîrazên xwe anîn ziman. Şaredariyê jî wek bersiv anî ziman ku Orhan Dogan ji bo aştiyê naveke girîng e û her wiha li Nexweşxaneya Wanê jiyana xwe ji dest dide ji ber wê çendê jî danîna navê wî hêja ye. Şaredariya Riya Armûşê wê li dijî biryara redkirinê ya qaymeqamtiyê îtiraz bike.