Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi xebat û xizmetên xwe, di rêya bajarvaniya civakî de dimeşe. Bajarvanîya Wanê bi hevserokatiya Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan piştî hilbijartinên herêmî heya îro li hemû qadên bajêr xizmetên xwe didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li 13 navçeyan xebatên başkirina rêyan, bingeha rêyan, lênêrîn û tamîrkirinê bê navber didomîne.
Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê, Lênêrîn û Tamîrkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji destpêka demsalê ve li gorî daxwazên gel xebatên xwe didomîne.
Şaredarî, di serî de rêyên gundan tê de li hemû qadên bajêr de xebatên pakkirina rêyan, reglaj, qewar, vekirin û firehkirina qanalan berdewam dike.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr jî xebatên lênêrîna rêyan, temîrkirina peyara, paqijkirina logar û qewara pêk tîne û bi derfetên kêm hewl dide ku daxwazên gel di asta herî jor de bên bicihkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi hêza xwe ve li 100 cihî zêdetir xebatên xwe bi dawî kir û her wiha li gelek navçeyan jî berdewam dike. Li Ebexê li Taxên; Nanparêz, Şêxsûca û Selik noqteyên rê yên derbasbûyî, li Payîzava li taxa Pagan, Axsîn, Akçûrî, Xoşeb, Paçan û Kolanê xebatên rêyan dimeşîne. Li navçeya Tuşbayê li Taxa Qasimoglu û Bêyrekê, li Bêgirî li Taxa Koşk û Yenîşehîr li Şaxê li Taxa Êzdînan, Komûran , Kanemîran û li gel van li gelek mezrayan de jî xebatên vekirin û firehkirina rêyan, reglaj sazkirina qanalan didomîne.
Tîm, li navçeyên navendî jî kar û xebatan dimeşînin û li ser reyên sereke temîra peyara û paqijiya logaran dikin.