Judovana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Işil Sînem Aydin, piştî ku di Şampiyoniya Cihanê ya di Kuraşê ya li Mongolîstanê hat lidarxistin de serkeftî bû serdana Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan kir.,
Werzişvana tîma Judoyê ya Klûba Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di şampiyoniya Ciwanan-Umîdan ya Kuraşê a ku di navbera 02-07 Kanûna 2024an de li bajarê Ulaanbaatar a Mongolya hat lidarxistin de di kategoriya 63 Kîlo ya ciwanan de bi serket û bû şampiyonê cîhanê û madalyaya zêr wergirt.
Bi vê serkeftinê, Işil Sînem Aydin cara pêşîn di dîroka judoya Wanê de unvanê şampiyoniya cîhanê bi dest xist û li bajêr bi şanazî hate pêşwazîkirin. Piştî şampiyonayê, Aydin û antrênorê wê Rakip Aslan serdana pêşîn ji Şaredariya Bajarê Mezin re kirin.
Şampiyon Işil Sînem ku bi Serokê Klûba Belediyespor ya Şaredariya Bajarê Mezin Erdem Dara û rêveberê klûbê Denîz Gul re hat Şaredariya Bajarê Mezin, ji aliyê rêveber û hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ve hat pêşwazîkirin.
Hevşaredar Şedal û Zeydan destnîşan kirin ku vê serdanê ew gelek dilxweş kirine û serkeftina Aydin hemû kes şanaz û serbilind kiriye. Hevşaredaran diyar kir ku ji bo werzişvanekî Wanî di nava 38 welatan de bi ser bikeve, gelekî girîng e û em di serî de malbata wê jî pîroz dikin ji bo vê keda mezin.
Îşîl Sînem Aydin, ji bo mêvandariya Hevşaredaran spasiyên xwe pêşkêşî wan kir û got ku serkeftin, karê komî ye û bi alîkariya malbatê, antrênorê, birêveberan, hevalan û hemû karkerên têkildar pêk hatiye
Serdan,bi pêşkêşkirina diyariyan û hilgirtina wêneyên bîranînê ve bi dawî bû.