Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bêgiriyê, di çarçoveya xebatên derbarê jinan de li Taxa Mozexanê bi jinan re hatin ba hev.
Atolyeya li ser mijarên tenduristiyê ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Karûbarên Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bêgiriyê li Taxa Mozexanê û li mala şînê ya taxê pêk hat. Di atolyeyê de Hevşaredara Şaredariya Bêgiriyê Hediye Sayiner, endamên Meclisa şaredariyê û endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) beşdar bûn. Di çalakiyê de ku jinên taxê eleqeyeke mezin nîşan dan, agahiyên girîng ên derbarê tenduristî û mafan de hatin parvekirin.
Pêwîstiyên jinan girîngtirin ji bo me
Hevşaredar Hediye Sayiner, di axaftina xwe ya çalakiyê de armanca atolyeyê bi mêvanan da nasandin. Sayiner ku behsa xebatên li ser jinan ên ku li Bêgiriyê pêk hatine kir û got digel derfetên sînordar wan gelek projeyên qadên jiyanê gihandine jinan. Sayiner destnîşan kir ku şaredarî bûye saziyeke ku jin dikarin di her mijarê de muxatabên xwe bibînin û got ku ew ê bi girtina pêwîstiyên jinan di pêşiyê de berdewama hilberîna xizmetê bikin.
Girîngiya teşhîsa zû hat vegotin
Di atolyeyê de kedkarên tenduristiyê yên endamên SESê, agahî dan jinan derbarê pirsgirêkên tenduristiya giştî de. Bi taybetî pêşkêşiyek bi alîkariya wêneyan li ser penceşêra malzarokê û pênceşêra memika hat kirin. Kedkarên tenduristiyê, rêbazên hêsan ên ji bo teşhîsa zû û pêşîn ya penceşêra memikan ji jinan re vegotin û pirsên wan bersivandin.
Pêşkêşkirina kedkarên tenduristiyê bi kurdî, ji aliyê beşdaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Jinan, tevî pirsên xwe beşdariyeke zêde nîşanî çalakiyê dan. Her wiha broşurên li ser tenduristî û mafên hiqûqî yên ku hatibûn amadekirin li beşdaran hatin belavkirin.
Zarok nehatin jibîrkirin
Zarokên jinên ku beşdarî atolyeyê bûn jî bi perwerdekarên Navenda Çandê ya Nûda ya Şaredariya Bajarê Mezin re bi çalakiyên boyaxkirinê û lîstikên curbecur demeke xweş derbas kirin.
Pakêtên paqijiyê û xebata anketê
Di dawiya çalakiyê de pakêtên paqijiyê li jinan hatin belavkirin û bi xebata anketê dîtin û pêwîstiyên jinan hatin tomarkirin. Hat diyarkirin ku ev dane dê ji bo pêşxistina xizmetên ji bo jinan bên bikaranîn.