Rêveberiya Şaredariya Riya Armûşê di çerçoveya ‘Roja Hevdîtina Gel’ de ya her Çarşemê tê lidarxistin de vê hefteyê taxa Karşiyakayê guhdar kir. Welatiyên taxê pirsgirêk û gazindeyên xwe anîn ziman rêveberiya Riya Armûşê ji bo çareseriyê nîşe girt.
Canan Uzunay a Hevşaredar, Yildiz Tûncer û Omer Ertaşê Berdevkên Meclîsa Riya Armûşê û Gerînendehiyên şaredariyê serdana taxa Karşiyakayê kirin. Hevşaredara Riya Armûşê Canan Uzunay û Endamên Meclîsê her Çarşemê serdana taxan û esnafan dikin ku pirsgirêkên gel bi cih de guhdar bikin û çareser bikin.
Hemû Daxwaz wek nîşe hatin girtin
Uzunay û Endamên Meclîsê her kolanê de deriye welatiyan xistin û wek soxbet pirsgirêk guhdar kirin. Daxwaz û gazinde yek bi yek wek nîşe hatin girtin û ji bo çareserkirina nîşe dane gerînendehiyên têkildar. Welatiyên taxê dema ku hevşaredar dîtin hinekî şaş bûn û piştre kêfxweşiya xwe anîn ziman. Welatiyan kêmasiyên paqijiya kolanan û qutiyên çopan, navendê pêşxebata, kursên zimanê Kurdî û ji bo jinan navendê werzîşê daxwaz kirin. Her wiha ji ber aboriya alozî pediwiyên kar hatin gotin.
‘Navenda Perwerdehiya Gel Mamosteyên xwe paşve kişandin’
Jineke welatiyê taxê girtina Navendê Piştgiriya Malbatan pirs kir û wiha axift; “ Em diçûne wê derê ku kurs hebûn. Piştî kurs hatine girtin em jin hemû malda man. Wê navendê mamosteyên me hebûn, hemû betal bûn. Dema ku em diçune wan dera pitir agahdar dibûn niha em tev kare malê dikin. Em dixwazin ku ev navend dîsa bên vekirin.” Uzunay a Hevşaredar jî sedema girtina bi wan peywan anî ziman; “Navenda Perwerdehiya Gel mamosteyên xwe tev bi şûn de kişandin. Me bi caran anî ziman ku divê jin mexdur nebin. Her derî de ji bo me astengiyan diderxînin. Lê emê binerin ger ku vê taxê ciheke me hebe emê ji bo jinan bikarbînin.”
‘Agahiya me deynên şaredariyê heye’
Esnafeke taxê bi endamên meclîsê re soxbet kir û anî ziman ku ev dizanin deynê şaredariyê maye û axiftina xwe wiha domand; “Em rewşa şaredariyê dizanin. Ji ber wê em çi tiştê naxwazin. Hûn tene bên taxan û me bibînin bese. Em dixwazin ku her dem we bibînin.”
Hevşaredar Uzunay, Gerînendehiyên Şaredariyê û Endamên Meclîsê Serdanên gel bi çûna serxweşiyêkê bi dawî kirin.