Xebatên kontrolê yên ku beriya meha Remezanê li firinan hatin kirin, di çarçoveya hevkariya gerînendetiya Riya Armûşê ya destûrdan û venêrîn û gerînendetiya zabiteyan da wek gaveke girîng a ji bo zêdekirina pîvanên tenduristî û paqijiyê bal hat kişandin.
“Armanc û çarçoveya xebatên venêrînê”
Ji ber ku di meha remezanê de kar û barên pêdiviya xwarin û vexwarinê zêdeye, şopandina ewlekariya xurek û standardên hijyenê girîng e. Bi vê hişmendiyê rayedarên Şaredariya Riya Armûşê bi armanca başkirina şert û mercên paqijiya kargehên wekî firinan û ji bo ji holê rakirina kêmasiyan gaveke girîng avêt. Venêrîn li ser diyarkirina dabînkirina ruxset û destûrdayîna kargehan û li ser têrkirina standardên hijyenê hatine zêde kirin.
“Hevşaredar û cîgirê hevşaredar jî beşdarî venêrînê bûn”
Tevî ku Hevşaredara Riya Armûşê Canan Uzunay û cîgirê Hevşaredar Cuneyt Ergûn jî beşdarî xebatên venêrînê bûn, standardên hijyenê yên sepandinên firinan di cih de hatin nirxandin. Di dema venêrînê de Uzunay û Ergûn hİm ji bo nirxandina pratîkên heyî, hİm jî ji bo rakirina kêmasiyan, xwediyên kargehan agahdar kirin. Tîma venêrînê ji ber zêdebûna xetereyên dan û standin yên beriya remezanê, li ser girîngiya sepandinên hûrgulîyên paqijiyê rawestiyan ku van kêmasiyan kêm bikin.
“Tedbîr û cezayên ji bo kargehên ku li gorî rêziknameyê tevnagerin.”
Di venêrînan de,di der barê kêmasiyên li kargehan hatin tespîtkirin de raporên berfireh hatin amadekirin. Ji bo kargehên nanpêjiyê yên ku li gorî rêgezên paqijiyê tevnagerin, 10 roj dema sererastkirinê hate dayîn. Di vê pêvajoyê de, armanc ew e ku pratîkên kêmasiyan ji holê rakin û bi tevahî li gor standardên paqijiyê tevbigerin. Hevşaredar Uzunay diyar kir ku pêkanînên cezayî dê him ji aliye hişmendiyê ve him jî ji aliyê parasina tenduristiya gel ve dê piştgiriyê bide.
“Ji bo tenduristiya civak û ewlehiya xwarinê gaveke girîng”
Ev xebatên venêrînê yên hevpar ên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ve tên organîzekirin, bi taybetî jî di serdemên qelebalix ên wek remezanê de di warê tenduristiya gel û ewlekariya xwarinê de xwedî girîngiyeke mezin in. Di encama venêrînê de esnafên ku kêmasiyên wan hene û di dema diyarkirî de tedbîrên pêwîst nestînin û kêmasiyên xwe sererast nekin, dê cezayên giran li wan bên sepandin.
Ev xebatên ji bo standardkirina ewlehiya xwarin û paqijiya nanpêjxaneyan de tên kirin, dê him ewlehiya civakê biparêze him jî dê xizmetê bide xargehan ku xwe bigihînin asta standardên netewî û navneteweyî. Alîkarê hevşaredarê Riya Armûşê Cuneyt Ergûn, diyar kir ku xebatên venerînê dê bi rêk û pêk bên dubarekirin û ji bo tenduristiya gel girîng e ku hemû kargeh bi hişyarî tev bigerin.