Di konsera ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve hate lidarxistin de hunermend Sorjiyan, Babetna û Koma Kemançê derketin ser dikê. Weletiyan eleqeyeke mezin ji bo konserê nîşan da û li ber stranên hunermendan coşiyan. Hevşaredar Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK jî di konserê de axaftin kirin û anîn ziman ku ew ê li zimanê Kurdî xwedî derkevin û wê Bi Kurdî biaxivi û bi Kurdî bijîn.
Konser ji aliyê Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ve li Parka Salîh Ozdemîr ya Tax Cudî hate lidarxistin. Gelek welatî tevlî konserê bûn. Di konserê de hunermend Sorjiyan, Babetna û Koma Kemançê stranên xwe gotin. Welatiyên tevlî konserê bûn stranên hunermendan bi wan re gotin û li ber stranan şeveke bi kêf û xweşî jiyîn.
Hevşaredar Yeşîl IŞIK di vekirina konserê de bi silkavkirina dayikan, zarokan û jinan dest bi axaftina xwe kir û ev gotin bilêv kirin: ” Em ê hemû bi hev re li çand, huner û zimanê xwe xwedî derkevin. Em ê bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî bijîn.”
“Kelecana me tu caran wê kêm nebe”
Piştî Hevşaredar IŞIK, Hevşaredara Batmanê Gulîstan SONUK axivî û wê jî hestên xwe wiha anîn ziman: ” Em bi we serfirazin. Em bi vê xwedîderketina we serbilindin û kêfxweşin. Îro dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku ji aliyê zarokan ve tê qîrandin dide xuyakirin ku ev felsefe gihaye armanca xwe. Ev ji bo gelê Kurd serfirazî ye. Li hember gelê me kelecana me tu caran kêm nabe. Ev coş û xwedîderketin hêvî dide me. Ev xebata îro xebata çand û hunera Kurdî ye. Weke hûn jî dizanin hewldan hene ku ciwanan ji çanda wan dûr bixin û çanda Kurdî ji holê rakin. Em jî dixwazin ji vir ji wan re bêjin ku; Zarokên Kurdan va li vir in, jin û gelê Kurd li çanda xwe xwedî derdikeve, ji bo ziman û hunera xwe bide jiyîn têkoşîna xwe didomîne. Li hember hemû zext û jiholêrakirinan em dibejin bijî zimanê Kurdî, bijî çanda Kurdî, bijî dîroka Kurdî.”
Piştî axaftinan bi dorê hunermend Sorjiyan, Babetna û Koma Kemançê konser lidar xistin û stranên xwe gotin. Girseya gel hevaltî bi hunermendan re kirin û heta derengiya şevê li ber stranan coşiyan.