Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (EGİTİM-SEN) ya Wanê ji bo perwerdahiya zimanê zikmakî li Wanê daxuyanî da û pişt re jî belavok belav kirin.
Hejmarek endamên Egitim-Senê bi pankarata “Ziman Nasnameya Netewa ne’ hat vekirin. Li ser navê komê Hevserokê Şaxa Egitim Sen yê Wanê Murat Atabay daxuyanî xwend û got ku “Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin.”
‘Ji bo zarokan di zimanê dayikê de perwerde mafekî esas e’
Atabay, axiftina xwe de bal kişand li ser mafê ziman û wiha got; “Maf, ji zikmakî dest pê dike û mafên kes/ayetî yên mirovî hem di makezagonên dewletan de hem jî di peymanên navneteweyî de hatine parastin. Wekî mafê jiyankirinê hin taybetmendîyên mafên bingehîn hene ku li her derê cîhanê derbasdar in ango gerdûnî ne. Mafê perwerdehîyê jî yek ji wan mafên bingehîn e. Perwerdedîtin ji bo her zarok mafekî esasî ye ku di gelek peyman û danezanên navneteweyî yên mafên zarokan de bi cih girtîye. Pedagojî jî vê esasê piştrast dike û herwiha mafê/rêgeza (prensîp) perwerdehîya bi zimanê zikmakîyê ji bo derûnî (psîkolojî) û pêşketina kesayetîya zarokan, fêmkirin û hînbûna waneyan (ders) herî girîng dibîne.”
Mînakên pirzimanî
Atabay, hinek mînak li ser dewletên pirzimanî bikartînin da û domand; “Di roja me de ji hêla mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî ve pergal/modela perwerdehîya welatan curbicur in. Welatên wekî Afrîkaya Başûrî, Amerîka, Almanya, Belçîka, Bolîvya, Çîn, Fransa, Hindistan, Hollanda, Îsraîl, Îran, Îraq, Kanada, Spanya, Swêd, Swîsre wek perwerdehîya pirzimanî-duzimanî ji bilî perwerdehîya zimanê fermî di zimanê klan-kêmîneyan û gelên dîtir de jî perwerdehî tête dayîn ango bi zimanê xwe perwerdehî dibînin. Di gel pirzimanî-duzimanîya van welatên ku girîngîyê didin mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî; Tirkîye, ku her çiqas di nav sînorên xwe de ji sihî zêdetir grûbên etnîk (kêmîne, gel) ên cuda hebin jî, di pergala perwerdehîya xwe de wekî zimanê zikmakî bi tenê yekzimanî -bi tirkî- perwerdehî dide. Ev feraseta perwerdehîyê ya Tirkîyeyê hem ji alîyê mafên mirovan ve hem jî ji alîyê pedagojîyê ve gelek encamên neyînî derdixîne.”
‘Berî her tiştî statû şert e’
Atabay, dawiya axaftina xwe de ew gotin anîn ziman; “Li Tirkîyeyê, her sal li gel vebûna dibistanan bi sed hezaran zarokên zimanê wan ne Tirkî, ji perwerdehîya bi zimanê zikmakî bêpar dimînin. Û ev jî di nav xwendekaran de dibin sedemên biserneketin, paşdemayîn, derûnîxirabûn, jixwenebawerîbûn û her wekî dinê. Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî wekî mafê jînê, parçeyekî mafên mirov ên bingehîn e ku mirov bi mafên xwe mirov e. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em daxwaz dikin ku xalên astengdar ên Makeqanûnê werin guhertin. Di peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Divê rayedar li gor wan peymanên ku îmze kirine tevbigerin û gavên pêwîst biavêjin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin. Bila zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Berî her tiştî şert e ku statûyek Kurdî hebe û ev statû bi zagon û destûra bingehîn bê parastin. ”
Egitim Sen çi dixwaze:
Dawiya daxuyanî de Atabay, daxwazên Eğitim Senê rêz kir;
- Hemû ziman ji çanda mirovahîyê tên û hemû jî wekhev in. Ji bo wekhevîyê azadîya çand û huner û zimanan dixwazin.
- Perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafê sereke ye. Bi hemû zimanên li vî welatî perwedehîya bi zimanê zikmakî dixwazin.
- Qedexekirina zimanekî kuştina ziman û çandekê ye. Qedexeya li ser kurdî divê bi lez bê rakirin.
- Di gelek dewletan de bi pirzimanî û yan jî bi duzimanî perwerde tên kirin. Kurdî jî bila bibe zimanê fermî û perwerdehîyê.
- Bi zimanê dayîkê perwerdebûn mafê her zarokekê ye. Em bi zimanê her zarokekî/ê perwerdehîyê dixwazin.
- Divê her zimanê li vî welatî û xasma jî kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê.
- Divê zaningehên bi zimanê kurdî vebin.
- Em dersa hilbijarî bi têrê nabînin û em perwerdehîya bi kurdî dixwazin.
- Hemû astengîyên li ser çand û hunera zimanê zikmakî divê bên rakirin.
- Ji bo pêşxistina her zimanî çavkanîyên aborî divê bên veqetandin.
BajarHaber