Gerînendetiya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Batmanê, perwerdeyên kontrola hêrsbûnê, ewlehiya kar, jîngeh û paqijiyê dane destpêkirin. Hevşaredarên Batmanê Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK, di axaftina xwe ya semînerê de ev tişt anîn ziman: “ Sedema ku Batman di nav sê bajarên herî paqij yên Turkiye de ne xebatên jidil yên xebatkaran e.”
Yekemîn semînera perwerdehiyê ya ku ji aliyê Gerînendetiya Karên Paqijiyê ve tê lidarxistin li Eywana Konferansê ya Şaredariya Batmanê pêk hat. Semîner wê pênç rojan bidome. Di semînera yekem de perwerde li ser mijarên kontrola hêrsbûnê, ewlehiya kar, jîngeh û paqijiyê hate dayin. Hevşaredar Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK, endamên meclisê gerînendeyê yekeyan û xebatkarên girêdayî Gerînendetiya Karên Paqijiyê tevlî semînerê bûn.
Hevşaredar SONUK anî ziman ku Sedema ku Batman di nav sê bajarên herî paqij yên Turkiye de ne xebatên jidil yên xebatkaran e û ev tişt anîn ziman: “Di serî de dest û keda we sax be. Lê ji ber ku em endamên gelekî qedîm in em çi jî bikin em ê xwe kêm bibînin. Malbatên me ji bo vî bajarî gelek êş kişandin û ked dan. Em hemû deyndarê gelê xwe ne. Xebatkarên paqijiyê ji ber kare xwe bi gel re di nav têkiliyê de ne. Pêwîste li ser esasê sekna me ya esasî em li hember gel dilnizm tev bigerin. Li şûna kar pêwîste em bê ev gelê ku gelek êş kişandiye hêjayî xizmetên herî baş e û em li gorî wê bixebitin.”
“Em ne hevalê kar in em rêheval in”
Hevşaredar SONUK axaftina xwe wiha domand: “ Pêwîste em paqijiya bajêr ji xwe re weke derdekî bibînin û em vê bi awayê kolektîf bikin. Çaxa dayikeke derkete derve pêwîste devê deriyê xwe paqij bibîne. Zarok pêwîste di kolanên paqij de herin dibistanê. Em ne hevalên kar in em rêfheval in. Paqijiya bajêr parastina bajêr e û tendirûstî jî rasterast girêdayî paqijiyê ye. Ji bo ku malbatên me paqij û nojdar bijîn pêwîste tiştê ji destên me bê em bikin û bi vê hişmendiyê tevbigerin. Di paqijiya bajêr de keda we mezin e û ji bo keda we yek û yek ji were spas dikim.”
“Pêwîste tiştên ku em liv î bajarî zêde bikin bifikirin”
Hevşaredarê Batmanê Yeşîl IŞIK jî di axaftina xwe ya semînerê de ev gotin bilêvkirin: “ Helwesta birêvibirina me ji pergala qeyûm bi tevahî cuda ye. Kesên ku xebatan dimeşînin berî ku xebatan bikin pêwîste bifikirin gelo bê vî karî ji kere û ji bo çi dikin. Pêwîstê em xebatên xwe bi awayekî ku malbata me û civaka me sûd jê bigrin bikin. Pêwîste em felsefeya ekolojiya demokratik di serî de di dile xwe rûnênin û em karên xwe jî li gorî vê yekê bimeşînin. Li şûna paqijkirina kolanekê pêwîste tiştên ku em karibin ji bo vî gelî, ji bo vî bajarî û vê civakê bikin bifikirin û li ser vî esasî tev bigerin. “