Êş û koçberî, çand û berxwedana Êzidiyên li Gurcistanê bû mijara belgefîlmê. Belgefîlma ku derhênêrîya wê Arif Aslan kirî, dê îşev di seat 21.00’ê de li ser ekrana Çira TV’ê were weşandin.
Civaka Êzidî yek ji wan civakan e ku rastî bi dehan komkujî û fermanan hatiye. Ji ber êrîş, komkujî û fermanan gelek caran neçar maye ku warê xwe biterikîne. Yek ji beşên civakê ku ji ber vê rastiyê dûrî welatê xwe ketiye êzidiyên li Kafkasyayê ye.
Beşek mezin a Êzidiyên li Kafkasyayê jî li Gurcistanê dimînin ku xwedî dîrok û çandeke kur in û ji herêma Serhedê koç kirine. Li ser vê yekê dokumenterek hate amadekirin.Belgefîlma bi navê “Êzidiyên li Gurcistanê” rastiya civaka Êzidî ya li Gurcistanê, jiyana wan a rojane û çirokên wan ên giran vedibêje.
Derhênêr Arîf Aslan ku çîroka Êzidiyên li Gurcistanê ji nêz ve dişopand, bi hevkariya kameraman Bariş Aslan û Menduh Aşkan vê Belgefîlm hat amade kirin.
Arîf Aslan di dokûmanterê de balê dikşîne ser rewşa niha ya civaka Êzidî ku bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne û bi taybet jî metirsiya bawerî guhertinê ya ciwanên Êzidî.
Lê di heman demê de berxwedana civaka Êzidî ya li hemberî vê yekê vedibêje û balê dikşîne ser karên ji bo parastina nasname, çand û baweriyê.
Belgefîlma Êzidiyên li Gurcistanê wê cara yekemîn îro bi dema Ewropayê saet di 20:00 de li Çira TV bê weşandin.