Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya bernameyên perwerdehiya di nav xizmetê de, ji 97 xwendekarên ku li şaredariyê staj dikin re perwerdehiya ‘Tenduristî û Ewlehiya Kar’ pêşkeş kir.
Perwerdehî, ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê ve li salona konferansê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê hat lidarxistin. Di bernameyê de pisporên tenduristiya kar ên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê jî cih girtin û der barê qanûn, rêzname û sepanên tenduristî û ewlehiya kar de agahî dan.
Di perwerdehiyê de berpirsiyariyên xwedîkar û karker li ser mijarê hatin ravekirin. Pisporan, xwendekar der barê mijarên; bingehîn ên tenduristî û ewlehiya kar, qezayên kar, mafên zagonî, berpirsiyariyên karkeran, nexweşiyên pîşeyî û rêyên xweparastina ji nexweşiyan de jî agahdar kirin.
Di dawiya bernameyê de xwendekarên stajyer,li ser mijarên ku di dema perwerdehiyê de dîtine ketin ezmûnekê. Stajyeran ji bo agahiyên bi dest xistî spasiya xwe ji Şaredariya Bajarê Mezin re kirin.