Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê ku dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetên pirzimanî bidin, ji bo sala perwerdehiya 2024-2025’an dest bi wergirtina qeydan kir.
Di sala 2015’an li ser şaredariyên DBP (Parti ya Heremên Demokratîk) qeyûm hatibû avêtin. Piştî qeyûman gelek cihên perwerdehiya Kurdî û pirzimanî yan hatibû girtin yan ji bê fonksiyon hatibû kirin. Nava wan cihên perwerdehiya Kurdî de yên herî li pêş çavan Zarokîstan û Perperok bûn. Li Amedê Zarokistan bê fonksîyon hate kirin li Wanê jî Perperok hate girtin. Hevşaredariya Bajara mezin a Amedê di rûpela xwe ya fermî de daxuyanî da û mizgîniya vekirina Zarokistanê da ji bo zarokên Amedê.
Herwiha Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar bi Bajar Haber re axifî û got ” divê şaredariyên me li her derê ji bo zarokên Kurdan bike Kurdîgeh.”
Dilbihar, dibêje zimanê kurdî di her şert û mercan de xeta herî sor a kurdan e û berdewam dike; “Ji ber vê yekê ye ku sedema bingehîn a xwedîlêderketina kurdan a li DEM Partiyê û dengdayîna kurdan a şaredariyên DEM Partiyê ew e ku DEM Partî di heman demê de hemû nirx û mafên kurdan ên neteweyî diparêze û ji bo wan têdikoşe. Li ser bingeha vê rastiyê bi caran daye zanîn ku dê bi destê şaredariyan ji bo zimanê kurdî, çand, huner, wêje, nasname û hemû nirxên neteweya kurd her dem, li her derê û li her qadê di asta herî jor de bi awayekî stratejîk û domdar kar û xebatên şênber, mayînde û encamgir bimeşîne. Ji ber van rastiyan peywir û berpirsyariya şaredariyên me ya sereke li her derê meşandina kar û xebatên zimanê kurdî û çanda kurdewar e.”
Dilbihar, ew danezana dema beriya hilbijartina xwecihî ya bi navê ‘Stratejî û Polîtikayên Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar’ parve kiribûn bi bir anîn û domand; ” Di danezanê de derbarê xebatên ji bo zarokên kurd jî çend xalên girîng hebûn. Yek ji wan jî ev bû:
“Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.”
Belê; êdî dem dema pêkanîn xalên wê danezanê û xebatên bi kurdî û ji bo kurdî ne. Divê her şaredariyeke me di serî de ji bo zarokên kurd kreşan û jin, ciwan û ji bo hemû beşên civakê li hemû gund û taxên bajar, navçe û bajarokan fêrgeh, mal û saziyên kurdî yên navendî û yên xweser ava bike, her derê bike Kurdîgeh.”
Dilbihar, dibêje ku li hemberî êrîşên li ser zimanê Kurdî, hemû saziyên nêzikî Kurdan divê ji bo Kurdî têbikoş in. Dilbihar, di berdevamîya axaftina xwe de wiha got: “Şert û merc çi bin bila bibin ji bo pêkhatina wan kar û xebatan û hemû kar û xebatên din ên bi kurdî û ji bo kurdî çi pêwist be teqez divê demildest bê kirin. Li ser vê bingehê wek partî çi ji destê me jî bê em ê hewl bidin ku heta dawiyê di asta herî jor de bikin. Divê hemû partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd ên ku li ser navê kurdan têkoşînê dimeşînin bi giyanê seferberiyê û bi diruşma ‘Her dem kurdî, her der kurdî’ ji bo zarokên kurd di asta herî jor de bi awayekî şênber kar û xebatên kurdî bimeşînin.”
Dilbihar, di dawiya axaftina xwe wiha got; Hemû şaredariyên me ji bo zarokên kurd ne tenê kreşên bi kurdî, divê fêrgeh, xwendingeh/pirtûkxane, çandgeh, hunergeh, wêjegeh, zanistgeh, kargeh, wargeh, jîngeh û gelek cihên din ên bi kurdî û kurdewar vekin, ava bikin, li her derê ku zarokên kurd lê dijîn wan bi kurdî, li gor nirxên bingehîn ên dîrokî, neteweyî, civakî, çandî, zanistî, exlaqî, polîtîk û bedewkar ên ku bi bîr û hişmendiyeke azadîparêz û demokratîk, xwebûnî û gerdûnî hatine honandin, ristin û raçandin perwerde bikin û perwerdekirina wan veguhêzin hilberîneke afirîner û şênber. Ev peywir û berpirsyariyeke sereke ya şaredariyên me ne.”