24 Avrêlê an ku îro Perşemê salvegera 110an a komkujîya Ermenîyan e ku ji alîyê Ermenîyan wek “Meds Yeghern” anku ‘Felaketa Mezin’ tê bi nav kirin.
Rojnamevanê malpera me Arif Aslan, beriya bîranînê çû paytexta Ermenîstanê û çalakiyên we derê şopand. Li cihê ku bo bîranîna qurbanîyan hatî avakirin, zarokên Ermenî bi îlahî xwandin û kulîlîk danin. Herwiha hejmarek kesên dervî welat jî beşdar bûbûn û wan jî xwemgînîya xwe bo qurbanîyan anîn ziman.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha 31 welatan bûyerên 1915’an wek “komkujîya Ermenîyan” hatiye qebul kirin. Amerîka jî yêk ji wan dewleta ye.
“Di 24ê Avrêlê 1915an de bi desteserkirina rewşenbîr, rihsipî û rêberên civata Ermenî yên li Konstantînopolê (Stenbol) ji hêla karbidestên Împaratorîya Osmanî ve, di kempanyeyeke tunekirinê de, yek mîlyon û nîv Ermenî hatin dersînor kirin, qir kirin, yan jî di dema sirgunîyê de, di rê de mirin,” rêvebirîya Amerîka di 21ê Avrêla 2021an de gotibû.
Dewleta Tirkîyê, ku xwe berdewamîya Împaratorîya Osmanî dibîne, çêbûna jenosîdê bi tundî red dike.
“Tiştê ku hatiye kirin, ne dijî gelekî, lê pîvaneke rasterast ya dijî serîrakirina ku dihat meşandin. 24ê Nîsana 1915’an tenê rojek e ku Osmanîyan rêxistinên ku bi dijminên wan re hevkarî dikirin û dijî wê xebatan dikirin, qedexe kirin û hin rêvebirên wan girtin. Li welatê me li gelek hereman gorên girseyî yên Tirkên ku ji hêla Ermenîyan ve hatine kuştin hene, lê li ti derê hun nikarin gorên girseyî yên Ermenîyan bibînin,” Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî wek berteka biryara Amerîkî gotibû