Di navbera Şaredariya Batmanê û Baroya Batmanê de ji bo piştgiriya hiqûqî ya jinên mexdûrên tundiyê û perwerdekirina xebatkarên şaredariyê de protokola hevkariya kar hate îmzekirin.
Hevşaredarên Batmanê Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK, Serokê Baroyê Parêzer Erkan Şenses, Alîkara Hevşaredaran Çîğdem DEMÎR SEVÎM, Komîsyona Jinan a Şaredariyê, endamên Navenda Mafên Jinan ya Baroya Batmanê tevlî merasîmê îmzekirinê bûn.
Hevşaredar Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK yên ku bi Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses re hevpeymana piştgiriya hiqûqî ya jinên mexdûrên tundiyê û perwerdekirina xebatkarên şaredariyê îmze kirin ev tişt anîn ziman: “Şaredariya Batmanê ku di her qadê de jinan di serî de digre di warê hiqûqî de jî wê ligel jinên ku mexdûrê jinê ne bisekine û piştgiriyê bide wan.”