Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo bidestxistina armancên enerjiya domdar û avhewayê gavên girîng diavêje. Şaredariya Bajarê Mezin ku endamê Peymana Cihanî ya Şaredariyên Avhewa û Enerjiyê (GCoM) ye, di warê veguherîna enerjiyê û têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de sozek girîng daye.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku bibe tevkariya Projeya Peymana Şaredarên Balkanên Rojava û Tirkiyeyê (MLGP4CLIMATE) ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê destekkirin, civînek li dar xist.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Alîkarê Sekreterê Giştî Erol Demîr, Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Bermahiyên Sifir Elîf Firat, endamên platforma MLGP4CLIMATE, seroka ekîba Tirkiyeyê Daiva Matonienė û ji ekîba wê Elîf Okkan beşdarî civîna ku bi rêya Zoomê hat lidarxistin bûn.
Di civînê de projeyên li gorî armanca Wanê ya ku di çarçoveya GCoM de bibe bajarekî dostê avhewayê, bi hevkarî û parvekirina xebatên şaredariyê yên di warê veguhertina enerjiyê û guherîna avhewayê de, hatin nirxandin.
Armanca me şaredariyeke ekolojîk e’
Hevşaredar Abdullah Zeydan di civînê de axivî û got, “Em gelek hesas tevdigerin ji bo avhewa, xweza û zindiyan bajarekî domdar, saxlem û bi avûhewayê re lihevhatî be. Em feraseta şaredariyê ya ekolojîk dikin. Bi vê yekê re em ê tevkariyê li projeyan bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Înîsiyatîfa Şaredariya Bajarê Mezin, armanc dike ku li seranserê Tirkiyeyê li ser veguherîna enerjiyê û guherîna avhewayê modelek mînakî çêbike. Ew mebest dike ku bi projeyên ku di pêşerojê de di çarçoveya endamtiya GCoM de bêne bicîh kirin, ber bi sekneke avhewa-berxwedêr, pêşkeftina kesk û pêşerojek domdar a wekhevî ve gav bavêje.