Şaredariya Batmanê, Jiyan Pirtûk Kafe ya ku wê bibe cihekî nû yê bêhnvêdan û sekna welatiyên bajêr vekir. Kafe derfetan ji bo kesên ji xwendina pirtûkan hez dikin û bixwazin bikevine nava hawira civakî wê ava bike.
Şaredariya Batmanê li Parka Milet Jiyan Pirtûk Kafe ji bo xizmetê bide vekir. Li kafeye gelek cureyên pirtûkan peyda dibin û hawireke we ya fireh ji bo rûniştin û xwendinê heye. Her wiha li kafeye tiştên xwarin û vexwarinê jî peyda dibin. Kafe bi tevlîbûna Hevşaredarên Batmanê Gulîstan SONUK û Yeşîl IŞIK, Hevserokên DEM Partî yên Batmanê Songul KORKMAZ û Mustafa Mesut TEKÎK, Rêveberiya Bajêr ya DBP, Alîkara Hevşaredaran Çîgdem Demîr Sevîm, endamên meclisê û gelek welatiyan pêk hat.
‘Me ev xizmet bêyî derfetên madî pêk anîn’
Hevşaredara Batmanê Gulîstan SONUK tevlî merasîma vekirina Jiyan Pirtûk Kafe ya li Parka Milet a Taxa Şafakê bû. Hevşaredar SONUK di merasîmê de ev axaftin kir: “Ji roja ku em bi hilbijartinan hatin peywirdarkirin heta îro ji bo zarok, jin, ziman û çanda Kurdî me xebat meşandin. Çaxa me ev xebat pêk anîn jî di desten me de tu derfetên madî nebûn. Hevalên me ev der vekirin. Ev kafe mînake. Ev der kafeyeke lê di heman demê de pirtûkxaneyeke. Ciwan û jinên ku di peydakirina pirtûkan de zehmetiyan dikşînin wê bi hêsanî li vir karibin derfetên pirtûk û xwendinê bibînin. Hêvîdarim ev cih ji bo me hemûyan bi xêr be.”
Hevseroka DEM Partî ya Batmanê Songul KORKMAZ di axaftina xwe ya merasîmê de ev gotin anîn ziman: “Mîna ku Hevşaredara me anî ziman rêveberiya ku bi hilbijartinan hate ser kar di vê pêvajoyê de gelek xizmetên hêja meşandin. Ez bawerim ku piştî îro jî tiştê herî baş wê bikin. Em bi hevalên xwe bawerin. Di paşerojê de jî wê ev xizmet were domandin. Ji bo xebat û xizmetan em ji hevalên xwe re serkeftinê dixwazin.”