Gerînendetiya Karên Fenê ya Şaredariya Êlihê, li gelemperiya bajêr xebatên ronîkirinê didomîne. di çarçoveya xebatan de rakirina lembeyên xerabûyî yên li Cadeya Gulîstanê dest pê kir.
Li cadeya ku cihekî herî girîng yê bazirganiya bajêr e pergalên ronîkirinê ku ev demeke dirêj xerabe û naxebitin ji aliyê tîmên xebatkar yên Gerînendetiya Karên Fenê ve hatin rakirin. Rayedarên gerînendetiyê di derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Cadeya Gulîstanê, di jiyana rojane ya Batmanê de xwedî roleke navendî ye. Ji ber vê sedemê, xebitandina pergalên ronahiyê hem ji bo ewlehiya welatiyan hem ji bo şertên baş yên jiyana wan girînge. Piştî ku em tevahiya pergala xerabe ya ronahiyê rakin em ê pergaleke nûdem ya ronahiyê li cadeyê ava bikin.”