Gerînendetiya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariyê ji bo welatiyên ku ji ajalên kolanan xwedî diderkevin bi materyalên avêtinê kolikên pîsîk û kûçikan çêdike.
Gerînendetiya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Riya Armûşê di zivistana dijwar a bajarê me de pîsîk û kûçik ji bîr nekirin. Gerînendetî bi taybetî ji bo ajalên li kolanan de tên xwedî kirin bi derfetên xwe bi materyalên paşveguherinê kolikan çêdike û dide xwediyê ajalan.
Materyalên Avêtinê bû Warê Ajalên Kolanan
Şaban Bor ê Berpirsyariyê xwedîkirin û Ambûlans a Ajalan li ser xebata xwe agahî da; “Em bi ajalên kolanan eleqeder dibin. Em bi taybetî ji bo ajalên li kolanan de tên xwedî kirin piştgiriya kolik û xwarinê(Ararot) didin. Hêjmara serlêdana kolik û xwarina ajalan her hefteyê diguhere. Agahiya hinekî welatiyên me wê xizmetê nîne. Welatî ji bo hebûna wê xizmetê kêfxweş dibin. Bi şert û mercên vê erdnigariya me bi taybetî ji bo pîsîkan xaniyek çêdibe. Em kaseyên pareyan yên Bankaya Navendî verdigirin û wan paletan kargeha xwe de bi hostayên xwe montaj dikin. Piştî wê kolikan didin welatiyên xwe yên ajalên kolanan xwedî diderkevin.”
‘Ji bo Pîsîkên me Xaniyeke germ çêbû’
Hêlîn a welatî ya Şaredariyê ji bo wê kolika pîsîka bir, anî ziman ku di pîsîk sermayê de dimirin. “Ez li Riya Armûşê de dijîm. Em vê derê dibinin ku pîsîk û kûçik msermayê û birçîbûnê ve dimirin. Em vê rewşê ve pir xemgîn in. Şaredariya Riya Armûşê ji bo vê çendê piştgiriyê dide me. Kolikên pîsîk û kûçikan û xwarina wan rêdike. Ez ji bo vê hestyariya wan spas dikim. Me serlêdan kir û bo me jî kolik anîn. Niha pîsîka me jî xaniyeke germ heye.”
Rûşhan Oztûrkçû yê ji bo pîsîkên sîteya xwe kolik xwestin jî wiha axift; “Ez spasiya Şaredariya Riya Armûşê dikim ku ji bo xizmet û hestyariya wan ya ji aliyê ajalan ve. Bi dijwariya erdnigariya me bi taybetî pîsîk serma ya zivistanê de dimirin. Ji ber wê me jî ji bo sîteya xwe kolikên pîsîkan xwest û şaredariyê ji bo me anî.”
Şaredariya Riya Armûşê bi daxwazên tên ve dê ji bo pîsîk û kûçikan kolika çêbike û bide xwediyê ajalan.