Şaredariya Riya Armûşê piştî barîna berfê ya tevahiya Wanê bandor bû xebateke bêkêmasî pêk anî û navenda Wanê paqij kir.
Tîmên tekoşîna berfê ya girêdayî Midûriyeta Karên Fenê piştî barîna berfê tevahiya şevê de li 7 herêma de xebata berfavêjê û ya barkirina berfê kirin. Tîmên xebatê bi 36 maşînên kar, 20 kamyonan û bi dehan xebatkaran ve tevahiya şeve li qadan xebateke serketî pêk anîn.
Tîmên li dijî barîna berfê têdikoşin yên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê piştî barîna berfê ya duh şev li Wanê bibandor bû bênavber dixebitin. Duh şeve ji 7 herêma de xebata berfavêjê û paqijiya berfê pêk anîn. Tîmên xebatê bi 36 maşînên kar, 20 kamyonan û bi dehan xebatkaran ve li qadan bûn.
7 Herêma de Xebata Paqijkirina Berfê
Tîmên tekoşîna berfê duh şevê paqijiya berfê ya Cadeya Nexweşxaneyê û kolanên derdorên û her wiha kolanên mûzeyê, kolana înkilapê û yên derdorên wê, derdorê Kolana dirêj, Mizgefta biçûk û kolanên derdor, Cadeya Zûbeyde Xanim û kolanên navberê de,Cade ya Defterdarlikê de pêk anî. Piştî paqijiya berfê de xebata xwêkirinê jî hate kirin. Her wiha kolanên navberê Cadeya Cumhuriyetê, derdorê Van AVM yê, pêşiya Şaredariya Riya Armûşê û tevahiya kolanên derdor dexebata paqijiya berfê hate kirin. Tîmên me ji bo ewlehiya gelê me bi şev û roj li qadan xebatên xwe dimeşînin.