Ji ber doza li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Amedê, serdanên ji aliyê gelê Wanê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî ên sivîl ve berdewam dikin.
Ji ber doza derheqê Hevşaredar Abdullah Zeydan de, serdanên ji aliyê hevşaredarên şaredariyan û welatiyan îro jî zêde bûn. Di nav serdanvanan de Hevşaredarên Şaredariya Westanê Kubra Aktî û Rukneddîn Hakan, Hevşaredara Şaredariya Şaxê Gulten Baran, Hevşaredarê Şaredariya Payîzavayê Mehmet Tahîr Ertaş, endamên Meclisê û gelek welatî hebûn.
Hevşaredar Abdullah Zeydan di nava rojê de pêşwaziya mêvanan kir. Di dema serdanan de beşdaran hestên xwe yên piştgiriyê parve kirin û gotin ku ew ê di her şertî de piştgiriyê bidin hevşaredaran.
Hevşaredar Zeydan, spasiya xwe pêşkêşî hevşaredarên şaredariyan û welatiyên kir ji bo serdan û piştgiriya wan.