Kulûba Ciwan û Sporê ya Riya Armûşê (İpekyolu GSK) ya navçeya Riya Armûşê Lîga Amator koma A yê de temsîl dike dawiya sezonê de tîma Ercîş Oreneyê 6-1 têk bir û her 5 pêşbirkên xwe yên sezona ewil qezen kirin. Kulûba Ipekyolu GSK bi wî têk birinê 15 puan û 17 averajan rêberiya xwe domand.
Hamît Kutpinarê Midûrê Kulûbê anî ziman ku tîma wan wekî rêber ketine navbera sezonê û armanca wan eve sezona duyemîn jî serketina xwe bidomînin. Her wiha Kutpinarî wiha got; “Me bi 5 lîstikên serketinê sezon qedand. Niha pêşiya me 5 lîstikên din hene. Em dixwazin ku piştî wan lîstikan, komê de di rêza 1-2 cih bigirin û serbikevine Play-Offê. Her wiha dawiya lîstikan de armanca me eve ku em tîma xwe pêş ve bibin.”
Ertan Korkmazê Serokê Kulûbê jî dilşadiya xwe anî ziman ku ev gihiştine armanca xwe ya pêşiya sezonê danîbûn. Kormaz got ku, “Me sezona ewil bi serketî girt. Emê sezona duyemîn jî bi wê bawerî û biryariyê berdewam bikin. Em li ser sporvanên xwe sekinîn û sporvanên me bersiva wan kedan da. Bangawaziya me eve ku welatiyên me yên Riya Armûşê beşdarî pêşbirkan bibin û piştgiriyê bidin me.”
Axiftina dawiyê jî Rêveberê Ciwan û Werzîşê ya Riya Armûşê Fevzî Fîdan kir û wiha axift; “Me roja ewil heta niha pir girîngî da bingehê û me bingeheke baş danî holê. Armanca me ya ewil a qezenckirina 5 lîstikan hate cih. Niha pêşiya me sezona duyemîn heye. Armanca me eve ku dawiya sezonê em bigihine Lîga BALê.”
Kûlûba Ciwan û Werzîşê ya Riya Armûşê hem bi serkeftina xwe ya li lîstikan û hem jî bi piştgirîya xurt a rêvebiriyê armanc dike ku Wanê di qada futbolê de bilindtir bike.